
Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan têkildarî rewşa dawî ya herêma ‘bêçek’ tê binavkirin û dewrûbera wê agahiyên nû belav kirin.
Çavdêriyê ragihand ku hêzên rejîmê gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê bi dijwarî topbaran dike.
Topbaran li herêmên Litamine û gundê Sexir ên gundewarê Hemayê, gundên yên gundewarê rojhilatê Idlibê û herêmên gundewarê rojhilatê Laziqiyê pêk hat.
Di encamê de ziyanên maddî gihandin herêmê û derbarê ziyanên canî jî ti agahî nehatin belavkirin.
Ev yek di wextekê de tê ku hêzên rejîma Sûrî û komên çete li van herêman amadekariyên şer dikin.