Ocalan pêşî li ber şerê li Sûriyê girt

Îro 21 salin komploya navnetwî ya dîl girtina Rêber Ocalan û radestkirina wî ji bo dewleta tirkiyê ye. Rêber Ocalan ev 21 salin di girtîgeha Îmraliyê de li dijî hemû zextên dewletê berxwedanê dide meşandin. Berxwedaniya ku berê 21 salan li Îmralî destpêkirî niha li Kurdistan û derveyî welat bi berxwedaniyeke xurt lidare. Komploya 15’ê Sibatê çawe pêk hat û armanca wê çi bû.

Komploya navnetewî di 9 Cotmeha 1998`an dest pê kir û di 15’ê sibata 1999’an de li Kenyayê bi radestkirina Ocalan kete qonaxeke nû.

Fermandarê Hêzên Bejayî yên artêşa tirk ê wê demê Atîlla Ateş 16’ê Îlona 1998`an li Hatayê axivî û ji ber Ocalan, gef li rêveberiya Şam’ê xwar.

Ateş ji rêveberiya Suriyê xwest ku Ocalan radestî wan bike, eger neke, ewê tedbîrên pêwist bigirin.

Piştî vê daxuyaniyê jî, Desteya Ewlekariya Netewî ya tirk MGK’ê di civîna xwe ya heman mehê de bi awayekî vekirî gef li Suriyê xwar.

Di daxuyaniya piştî civînê de, hate gotin eger Sûriye Ocalan radestî wan neke, wê bi awayekî leşkerî mudaxele bikin.

Piştî vê daxuyaniyê, li ser sînorên Tirkiye-Suriye tevgera leşkerî dest pê kir.

Paşê eşkere bû eger Ocalan ji Sûriyê derneketiba, wê Tirkiyê bi alîkariya Îsraîl, Emerîka û NATO’yê li hemberî Suriyê operasyonek li dar xistiba..

Arteşa Tirk, di wê demê de, ji aliyekî leşker û alavên leşkerî li herêma sînor bi cih dikir û ji aliyê din ve jî heval-bendên NATO’yê keştiyên şer şandin Derya Spî.

Armanc Sûrî û Ocalan bû

Hedef Sûriye û Rêber Ocalan bû.

Ocalan nexwest li herêmê şerek rû bide û weke tedbîr biryar da ji Suriyê derbikeve.

Bi vê yekê re pêvajoya zor û zehmet, 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kir.

Ocalan piştî ji Suriye derket, li Yewnanîstan, Rusya û Îtalyayê ma.

Lê her sê welatan jî ji ber zextên Emerîka, Îngilîstan, Îsraîlê û ji bo berjewendiyên xwe destûra mayinê nedan Ocalan.

Lêgerîna Ocalan a ji bo bi cihbûna li welatekî, 15’ê Sibata 1999’an de li Kenyayê bi dawî bû.

Gelê Kurd li her derê rabû serhildanê û çalakiyên ” hun nikarin roja me tarî bikin” lidarxistin.

Her çend Tirkiyê, girtina Ocalan weke serkeftina xwe nîşan da jî, bûyerên rû dan, bi awayekî eşkere diyar kir ku, komplo bi desteka hêzên navnetewî hatiye meşandin.

Serokwezîrê dewleta tirk ê wê demê Bulent Ecevît di sala 2006’an de rola Amerîkayê ya di komployê de îtîraf kir.

Rêberê Gelê Kurd ku Îmralî wek dibistanekê lê kir bi nivîsandina 5 parêznameyan re nêrîna li dîrokê guhert ji nûve şirove kir.

Li ser esasê modernîteya demokratîk pergala netewa demokratîk pêş xist.

Ev pergal ji bo hemû netewan bû pergala çareseriyê.

Li ser vê bingehê Şoreşa Rojava pêkhat, paradîgmeya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi gewde bû.

Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsa Kurd li zîndana Îmralî xebatek dem dirêj meşand û bihan caran banga agirbestan kir.

Back to top button