Alexander Grushko îşaret bi ewlehiya Tikiyê ya metirsîdar kir

Piştî zêdebûna destwerdanên Tirkiyê yên di Idlibê de, îro Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Alexander Grushko (Alêksêndir Graşko) derbarê rewşa ewlehiya Tirkiyê de, metirsiyên xwe anîn ziman.

Alexander Grushko (Alêksêndir Graşko) di hevdîtneke çapemeniyê ya Kongreya Munich (Miyûnixê ) de, diyar kir ku Rûsiya dibîne ku dewleta Tirk wê ji bo dîplomat û geştiyarên Rûs her tiştî bike.

Grushko got:

Ji ber rewşa ewlehiyê em pir bitirs in.

Ji bo misogerkirina ewlehiya deplomat û karmendên me, desthilata Tirk her tiştê pêwîst bike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî Alexander Grushko (Alêksêndir Graşko) di axaftina xwe de, bal kişand ser çavdêriya wan ji rewşa ewlehiya hemû dewletan re.

19 Kanûna 2016an jî, balyozê Rûsya yê li Tirkiyê Andrei Karlov (Andrê Karluv) hat kuştin, lê wê demê Rûsya bê deng ma û niha piştî gûrbûna şerê li Idlibê ev daxuyanî xwe didin pêş.

Back to top button