Tevgera Nuceba gefa êrîşê li baregehên Amerîkî yê li Iraqê xwar

Li Iraqê ku aloziya siyasî berdewam dike, tê payîn ku sibe Serokwezîr Mihemed Elawî, hikûmeta nû ragihîne.
Tevgera Nucebai jî gefa êrîşê li baregehên Amerîkî xwar.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Tewfîq Elawî îro ragihand ku ew nêzî avakirina hikûmeteke serbixwe ya ji kesên pispor pêk tê, bûne.

Lê li aliyê din dadweriya Iraqê ragihand ku wan derbarê idîayên firotina hin erkan di hikûmetê de, lêpirsîn vekirine.

Ji aliyekî din ve Serokê Tevgera Nucebai Ekerm El-Keibî ji Teheranê gefa êrîşê li Amerîka xwar û diyar kir ku wan navendên xwe yên Iraqê girtine.

El-Keibî diyar kir ku wê tola rêberên xwe rakin û ragihand ku ew liv û tevgera baregehên Amerîkî yên li Iraqê dişopînin.

Tevgera Nucebai girêdayê Îranê ye û li gorî fermanên wê li Iraq û Sûriyê tevdigere.

Back to top button