Dewleta Tirk gundê Başmirê yê Şêrewa topbaran kir, 3 sivîl birîndar bûn

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Başimrê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.

Nûçegihana me ji herêmê raghand ku ji ber topbaranê malbatek ji 4 kesan di nava wan de zarokek jî birîndar bûn.

Jina bi navê Sêvîn Nebo Qesab û keça wê ya 8 salî ya bi navê Hemide Selih Hilal û Umer Mihemed Qesab yê 30 salî birîndar bûn.

Her wiha zarokek din jî ku navî nehat naskirin birîndar bû.

Di hemwextî wê de gundê Merenaz, Malikiyê û Şewarixê yê navçeya Şer û bendava Şehba û gundê Semûqa hat topbarankirin.

dagirker gundên girê spî û eyn îsayê topbaran kirin

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Bîrkino, Xirbe Sarînc û Bîr-kêtik ên Girê Spî kir.

Hate ragihandin ku nuqteyên rejîmê û malên sivîlan hatin hedefgirtin.

Her wiha leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Seyda, Mileqa û Kmpa Eyn Îsa jî topbaran kirin.

Back to top button