Mikhail Bogdanov: ez nizanim Erdogan ev gotin ji kur anîne

Rûsya ji tawana serokê Tirkyê Erdogan ku şerê gur ê li Lîbyayê ji aliyê Rûsayê ve tê birêvebirin, matmayî maye û dibêje ev tişt dûrî rastiyê ye.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê ku dibe nûnerê taybet yê serokê Rûsyayê ji bo Rojhilata Navîn û Afrîkayê, Mikhail Bogdanov, got ku axaftina Erdogan ya “Rûsya şerê li Lîbyayê bi rê ve dibe”, bi temamî dûrî rastiyê ye.

Mikhail Bogdanov got: Ez nizanim Erdogan ev gotin ji kur anîne.

Beriya niha, serokê Tirkiyê, Erdogan, îdiya kiribû ku fermandariya leşkerî ya Rûsyayê şirketên leşkerî yên tayebt li Lîbyayê bi rê ve dibe.

Erdogan gotibû ku Rûsya şerê gur ê li Lîbyayê bi rê ve dibe.

Back to top button