Serokwezîrê Iraqê Elawî: hefteya bê, wê navê endamên kabîneya nû werin eşkerekirin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Tofîk Elawî ragihand ku hefteya Bê ew ê endamên kabîneya nû ya hikûmetê eşkere bike.

Elawî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belavkir û got; “Em nêzîkî bidestxistina destkeftiyek dîrokî bûne, ew jî avakirina kabîneyek serbixwe ye.

Kabîneya nû bêyî tu aliyekî siyasî destwerdanê tê de bike, em ê hefteya bê navên endamên wê ragihinin.”

Elawî daxwaz ji parlamenteran kir ku deng li ser kabîneya wî bidin.

Hêjayê gotinê ye heya niha Elawî serdana Herêma Kurdistanê nekiriye, lê bi telefonê peywendî bi Mesûd Barzanî û Kosret Resûl Elî re kiriye û piştgirî ji wan xwestiye.

Back to top button