NÛNERTIYA HDP’Ê LI HEWLÊRÊ DEST BI GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊ DEM Û DORVEGER KIR

Çalakiya Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan dibe çalakiya her kesî û çarçoveya wê mezin dibe..

Çalakiya birçîbûnê ya Leyla Guven li başûrê Kurdistanê jî deng veda..

Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.

Çalakvanên greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger gotin:

“Heya em agahî ji Rêber APO negrin em ê çalakiyên xwe dewam bikin.”

Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan feriz kiriye.

Ji Adara 2015’an ve dewleta Tirk a dagirker nahêle ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibîne.

Nerazîbûnên li dijî tercîdê li Kurdistanê û tevahiya cîhanê roj bi roj zêde dibin.

21’ê vê mehê nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Ocalan û piştgiriya çalakiya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kir.

HEYA EM AGAHÎ JI RÊBER APO NEGIRIN EM Ê ÇALAKIYÊN XWE DEWAM BIKIN

Tekildarî mijarê, nûnerên HDP`ê yên li Başûrê Kurdistanê ku niha di greva birçîbûnê de ne, axivîn û gotin:

Heya tecrîda li ser Rêberê Gel Abdullah Ocalan neyê rakirin em ê çalakiya xwe bidomînin.

Nûnerê HDP`ê Nasir Yagiz diyar kir ku tecrîda li ser Rêber APO tecrîda li ser hemû gelan e û wiha domand:

Bi vê çalakiyê em ê helwestên xwe nîşanî dijminên dagirker bidin êdî em bêdengiyê qabûl nakin.”

Nûnerê HDP`ê Mehmed Şerîf Sûer ku wî jî dest bi greva birçîbûnê kiriye balkişand li ser tecrîdê û got ku Tecrîdkirina Rêber APO êdî tecrîdkirina Mandella jî derbas kiriye.

Hemû cîhan êdî dizane ku Rêber APO tene bi fizîkî dîl girtiyê, paradigmaya wî li hemû cîhanê belav bûye.

Çalakvanan bang li hemû gelên aştîxwaz û demokrat kirin ku xwedî li çalakiyên têkildarî tecrdîkirina Ocalan de derbikevin.

Leave a Reply

Back to top button