Murat Karayilan: Êrîşên 9’ê cotmehê mayidekirina komployê bûn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku bingeha komploya navneteweyî qels bûye û got, şert û mercên şikandina komployê bi temamî afirîne. Karayilan da zanîn ku ew ji her demê bêhtir nêzî têkbirin kompoyê ne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameyeke taybet a Stêrk TV û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê nirxand.

Murat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk ji bû carek din komployê zindî bike bi gelek dewletan re bazarê dike û got:

“Dewleta Tirk vê carê dazwaza qirkirina kurdan li her çar beşên kurdistanê dike, ji ber vê yekê destkeftiyên kurdadn dike hedef.

Dewleta tirk bi êrşên xwe li dijî kurdan hewl dide kurdan bê statû bihêle.

Karayilan daxuyakirina ku ramancên êrişa li ser Efrîn, Serê kaniyê û Girê Spî ji bo mayindekirin û zindîkirina komployê ye.

Murat Karayilan:bingeha komployê qels bûye
Mûrat Karayilan destnîşan kir ku jinûve pêkanîna komployê li rojavayê kurdistanê û parçeyên din nayê qebûlkirin, ev yek jî nîşan dide ku bingeha komployê ya navneteweyî, qeles bûye.

Karayilan da zanîn tecrîd ne li dijî şexsê Rêber Ocalan hatiye kirin, her wiha li dijî demokrasiya Tirkiyeyê, paşeroja gelên li Rojhilata Navîn û bi taybet gelên Kurd û Tirk.

Murat Karayilan:em ji her demê bêhtir nêzî têkbirina komployê bûne
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şert û mercên têkbirina komployê ji her demê bêhtir in û teqez kir ku erkê wan ê bingehîn ew e ku komployê bi temamî têk bibin û wiha dawî li nirxandina xwe anî:

Têkbirina komployê bi azadiya Rêber Ocalan û Kurdistanê dibe.

Têkbirina komployê û bandora wê li Kurdistanê rojeva me ya sereke ye, ji ber vê yekê em ji her demê bêhtir nêzî têkbirina komployê ne.

Back to top button