Mehmûd Hebîb: Deriyên me ji şêniyên Idlibê re vekirî ne

Berdevkê fermî yê lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb ji bo pêşwazîkirina koçberên Idlibê diyar kir ku deriyê wan vekiriye.

Berdevkê fermî yê lîwa El-Şemal a Demokratîk Mehmûd Hebîb diyar kir ku makenîzmeya koordîneya bi şêniyên Idlibê re ji bo derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bibin berdewa e.

Hebîb diyar kir ku ji ber rewşa hewayê ya ne baş koçber nikarin xwe bigihînin herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî û texmîn kir ku di dema pêş de jimara koçberan zêdetir bibe.

Her wiha Hebîb hişyarî da ku eger sivîlên li Idlibê bikevin dorpêçê û rê di navbera Idlib û bakurê Sûriyê de qut bibe, dê rewş dijwartir û kampaxtir bibe.

Mehmûd Hebîb teqez kir ku deriyê herêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî ji bi koçberên Idlibê vekiriye,

Back to top button