Dermanê “ibuprofen” ji tenduristiya mirov re ne baş e

Zanyar dibêjin, dermanê ku êşê kêm dike Îbû – Profen ku taybetî li dijî êşa serî tên bikaranîn, dikare rê li ber gelek pirsgirêkên tenduristiyê veke. 

Dermanê kêmkirina êşê Îbûprofen ku li gelek welatan tê bikaranîn, tevî ku êşê kêm dike, gelek pirsgirêkên tenduristiyê jî bi xwe re tîne.

Li gorî lêkolînekê ku li kovara bi navê Proceedings of the National Academy of Sciences hate weşandin, dema ku Îbûprofen demeke dirêj bê bikaranîn bi taybetî ji bo mêran, rîskan bi xwe re tîne.

Di lêkolînê de hate ragihandin ku bikaranîna zêde bandorê li hilberîna hormonê mêran dike, her wiha rojane eger zêdeyî 3 heban bên xwarin,ziyanê dide pergala dil û damaran.

Pispor destnîşan dikin ku divê Îbûprofen bi ti awayî zêdeyî 1,2 Gramî di rojekê de, neyê xwarin.

Herî dawî jî şîrketa bi navê ‘Pûren Pharma’ ragihand ku Îbûprofen, dermanên tansiyonê û Candesartan كانديسارتان jî, 17 cûreyên dermanan ji bazarê vekişandine.

Back to top button