El-Colanî: hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Idlibê rewa ye

Serçeteyê Hey’et Tehrîr El-Şam Ebû Muhemed El-Colanî hevkariya xwe û Tirkiyê eşkere kir û got “Idlib ji bo wan û Tirkiyê gelekî girîng e û şerê li Idlibê sûdeke aborî, ewlekarî û leşkerî dide Tirkiyê û komên wan”.

El-Colanî, hebûna Dewleta Tirk li Sûriyê ji bo piştgirî û desteka komên çete, bi xaleke girîng bi nav kir û mikur hat ku ew ê vê hebûna Tirkiyê ji bo berjwendiyên wan koman bi kar bînin.

Duh çavkaniyeke leşkerî ya Rûsî, Tirkiye bi radestkirina çek û cebilxaneyan bo Hey’et Tehrîr El-Şam tawanbar kiribû û destnîşan kiribû ku hin ji van çeteyan di bin navê artêşa Tirk de, şerê hêzên rejîmê dikin.

Li gorî hevpeymana Sotçî ya navbera Tirkiyê û Rûsyayê, diviyabû koma navborî hatiba hilandin.

Lê belê Tirkiyê heta niha jî destekê didêyê û bi qasî 2 hezar maşîneyên leşkerî şandiye Idlibê..

Back to top button