Erdogan Li xwe mukur hat ku alîgirên partiya wî kêm bûne

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li xwe mukur hat ku piştî dengên kêm di hilbijatinên dawî de,alîgirên hikumeta AKP’ê kêm bûne .

Di beşadarbûna çalakiya partiya xwe li Istenbolê de, Erdogan axivî û daxwaz ji hemû endamên partiya xwe kir ku baweriya gel bi partiya AKP’ê vegerînin û got:

Dengên ku di hilbijartinên salên dawî de bi dest xistin, pir kêm in.

Her wiha li ser encamên veqetandina hin kesan ji partiya AKP’ê Erdogan diyar kir ku ev veqetandin bêbandor in û kesên ji partiyê veqtiyane bi kesên mirî bi nav kir.

Li aliyê din û di dema ku aboriya Tirkiyê di asteke jêr de ye, gelek alî daxwaziya bidûrxistina zavayê Erdogan,  dikin.

Erdogan gef li kesên ku dixwazin zavayê wî dûr bikeve xwar û eşkere kir ku ew ê rêkarên giran derheqê wan de pêk bîne û got:

” Hûn dê berdêlên giran bidin û poşman bibin.”

Back to top button