Kongreya Berlîn :Dewletên ku çekan ji Lîbyayê re dişînin, divê hisab jê bê xwestin

Beşdarên Kongreya Munchenê ya derbarê Lîbyayê de diyar kir ku divê biryarên kongreya Berlîn ya 19’ê Çileyê ku hatine girtin bikevin meryetê.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî jî destnîşan kir ku Tirkiye bi şandina komên çekdar ji Lîbyaryê re rewşa li herêmê aloztir dike.

Li alîkî din, Serok êl û qebîleyên Lîbyayê piştgiriyê didin Artêşa Niştimanî û li dijî destwerdana dewleta Tirk dibin yekdeng.

Kongreya Berlîn ya derbarê Lîbyayê de 19’ê Çileyê de pêk hat.

Beşdarên Kongreyê piştrast kir ku divê biryarên Kongreya Berlînê werin bicihkirin û da zanîn, wan birêkirina çekan bi awayekî bejahî û deryayî şopandiye.

Beşdarên Kongreya Munixê jî li ser pêkanîna agirbestê li Lîbyayê û qedexeya rêkirina çekan, teqez kir.

Cîgirê nûnerê navneteweyî yê ji bo Lîbyayê got:

Divê dewletên ku biryara qedexekirina rêkirina çekan binpê dikin, werin cezakirin.

Wezîrê derve yê Almanyayê Hieko Maas jî got:

Em dizanin ku qaçaxçîtiya çekan ji bo Lîbyayê di aliyê deryayî û bejahî de heye.

ALOZIYA LÎBYAYÊ
WEZÎRÊ SIÛDÎ: TIRKIYÊ, LÎBYAYÊ BÊ ÎSTIKRAR DIKE

Wezîrê Derve yê Siudî di roja dawî ya Konferansa Ewlekariyê ya Munixê de diyar kir ku Tirkiyê bi şandina komên çekdar ji bo Lîbyayê rewşê aloztir dike.

Wezîrê Siudî Ferhan ji ajansa nûçeyan a Elman DPA’yê re axivî û ev tişt anî ziman:

Tirkiye yekîneyan dişîne herêmê.

Lê belê feydeya vê yekê li başkirina rewşê nabe û hê zêdetir dibe sedema bê îstîkrariyê.

ALOZIYA LÎBYAYÊ
ÊLÊN LÎBÎ LI DIJÎ DESTWERDANA TIRKIYÊ DIBIN YEK

Ji alîkî din ve, Serok êl û qebîleyên Lîbyayê piştgiriyê didin Artêşa Niştimanî û li dijî destwerdana dewleta Tirk dibin yekdeng.

Şandeyek ji şêxên qebîleya Wurfela, emîdê şaredariya Benî Welîd û nûnerên hemû pêkhateyên civakî serdana navenda Fermandarê Giştî yê Artêşa Niştimanî Xelîfe Hefter ya li Rejmayê kir.

Şandeyê dewleta Tirk tawanbar kir û teqez kir, ew bi temamî destwerdana dewleta Tirk red dikin.

Ji aliyê xwe ve, Xelîfe Hefter spasiya vê piştgiriyê kir û anî ziman ku bi vê yekê wê karibin terorê têk bibin.

Tê payîn 19 û 20’ê vê mehê, hemû êlên Lîbiya konferanseke mezin li bajarê Terhûna li dar bixin.

Back to top button