AYŞA ACAR BAŞARAN: DAGIRKER POLÎTÎKAYÊN XWE LI GORÎ TUNEKIRINA KURDAN AVA DIKE

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û parlamenterê berê yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd li ser polîtîkayên şer ên dijî gelê kurd axivîn û gotin:

Divê li dijî van êrîşna yekîtiya gelê kurd bê avakirin.

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başa ran li ser polîtîkayên şer ên hikumeta AKP’ê axivî.

Ayşe Acar got;

Hikumeta AKP’ê van sê salên dawî rastiya xwe raxist pêş çavan.

16 sal in hikumeta AKP’ê li ser desthilatdariyê ye û bi polîtîkayên şer, pişaftin û tinekirinê dixwaze serî li gelê Kurd bitewîne.

Başaran destnîşan kir ku armanca êrîşên li ser kurdan pûçkirina deskeftiyên wê ye û wiha anî ziman:

Her kurdek li ku be êrîş li ser wî tê kirin:

Ji ber Kurd li Rojhilata Navîn modeleke nû diafirînin.

Welatên dagirker dixwazin pêşî li vê modelê bigirin.

Gelê Kurd ê berî 50 salan ji tinebûnê hebûn afirandin, niha li seranserê dinyayê aktorê sereke ye.

PARLAMENTERA HDP’Ê YA ÊLIHÊ AYŞA ACAR BAŞARAN:
DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN

Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başa ran diyar kir ku bersiva herî guncaw ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin yekîtiya kurda ye û wiha bi dawî kir:

Ji her rayedarekî kurd tê xwestin li gorî çawaniya parastin deskeftiyên kurdan tevbigerin.

Ji bo kurd bibin bersiv ji polîtîkeyên qirêj yên dagirkeran divê yekîtiya kurdî bê avakirn.

DI ÊRÎŞÊN DAGIRKERAN DE SIVÎL DIBIN HEDEF

Bi heman armancê Parlamenterê berê yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd jî axivî.

Salar Mehmûd destpêka axaftina xwe de behsa dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kir û got:

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe sivîlan hedef digre.

Mixabin hikumeta û parlementoya Iraqê tu nerazîbûn li hemberî qetlîama sivîlan û êrîşên dagirkeriyê ser axa Başûrê Kurdistanê de nîşan nedaye.

Salar Mehmûd diyar kir ku gelê Kurd di Rojhilata Navînde gelekî zindî ye ji bo wê ji mafê xwe ya wekî hemû gelan li ser axa xwe bi azad bijî û wiha domand:

Aramiya Kurdistanê bi destê dagirkeran ve tê xerabkirin.

Ji bo em pêşî li wan dagirkeran bigrin pêwîst e yekitiya me were avakirin.

ARMANCA HÊZÊN DAGIRKER LAWAZKIRINA YEKÎTIYA KURDA YE

Parlamenterê berê yê Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mehmûd wiha bi dawî kir;

Ji ber berjewendiyên hin partiyan, heta niha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê nehatiye lidarxistin.

Nabe ku partiyên siyasî berjewendiyên xwe li pêşiya berjewendiyên gel bigre.

Ji bo êrîşên li ser axa Kurdistanê were sekinandin divê demeke nêz de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê were lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button