Îran: Divê Tirkiye rêzgirtinê ji hevpeymanên girêdayî Sûriyê re bigire

Serokê Îranê Hesen Rohanî diyar kir ku divê dewleta Tirk rêzê ji hevpeymanên girêdayî Sûriyê re bigire û yekparbûna xaka Sûrî û serweriya wê binpê neke.

Serokê Îranê di daxuyaniyeke çapemeniyê li Tehranê de got:

Hevpeymana Sochî, hevpeymaneke siyasî girîng e û divê dewleta Tirkiyê rêzê jê re bigire.

ALOZIYA SÛRÎ
ÎRAN: IDÎAYÊN TIRKIYÊ DERBARÊ PENABERAN DE NE ASTENGÎ NE

Rohanî balkişande ser polîtîkayên Erdogan yên bikaranîna koçberan weke kaxezeke gefan û ev tişt anî ziman:

Ev idîayên dewleta Tirkiyê yên metirsiya derbarê penaberan de, wê li pêşiya pêkanîna serweriya rejîmê li ser Idlibê nebin asteng.

Ev daxuyaniyên Îran piştî hevdîtinên wezîrê derve yê dewleta Tirk û hempîşeyê wî yê Îranî, li Minîxê derket.

Back to top button