Li Bexdayê herî kêm 10 xwepêşandêr birîndar bûn

Li Iraqê ku alozî dewam dike, li aliyekî Elawî dibêje di hefteya bê de ewê endamên kabîneya hikûmeta nû eşkere bike, li aliyê din jî xwepêşandêrên ku wî qebûl nakin li qadan in. Xwepêşandan îro jî li gelek bajaran hatin lidarxistin û bi hezaran xwendekar jî ji bo piştgiriyê daketin qadan. Li aliyekî din Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi 8 mûşekan hat topbarankirin.

Tevî êrîş, kuştin û êşkenceya ku li wan tê kirin, xwepêşandêrên Îraqê yên ku daxwaza guhertinê dikin û avakirina hikûmeta nû ji aliyê Serokwezîr Mihemed Tewfîq Elawî ve red dikin, dest ji qadan bernadin.

Di xwepêşandanên îro yên li Bexdayê de di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran de, li navenda bajar şer derket.

Di encamê de li Qada Xilanî 7 xwepêşandêr ji ber bombeyên gazê bêhna wan teng bûn.

Her wiha li Bexdayê û gelek bajarên din xwendekar ji bo piştgiriya xwepêşandêran, daketin qadan.

Bi hezaran xwendekar jî li Qada Tehrîr a Bexdayê li hev kom bûn.

Xwepêşandêran hêrsa xwe ya li hemberî Îranê jî nîşan dan û teqezî di domandina xwepêşandanan de kirin.

Li Babîl, Mîsan û Kerbela jî bi heman armancê xwendekaran xwepêşandan li dar xistin.

Li Nasriye û Besra jî piştî destpêkirina xwepêşandanan cara yekê xwepêşandêran bi kordîneya bi eşîr û hêzên ewlehiyê re, xwepêşandan li dar xistin.

SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ, ELAWÎ:
HEFTEYA BÊ, NAVÊN ENDAMÊN KABÎNEYA NÛ TÊ EŞKEREKIRIN

Di wextekê de ku xwepêşandan li Iraqê dewam dikin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Tofîk Elawî, ragihand ku wê hefteya bê endamên kabîneya hikûmeta nû eşkere bike.

Elawî diyar kir Kabîneya nû bêyî destwerdana aliyên siyasî hatiye avakirim û daxwazî ji parlamenteran kir ku deng li ser kabîneya wî bidin.

Lê hin çavkaniyên siyasî dibêjin, di parlementa ku cudayhiyek mezin heye de, zehmete ku hikûmeta Elawî baweriyê bidest bixe.

ÊRÎŞÊN SER BAREGEHÊN AMERÎKÎ YÊN IRAQÊ
BI 8 MÛŞEKAN ÊRÎŞ SER BALYOZXANEYA AMERÎKÎ HAT KIRIN

Li aliyê din çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê diyar kir ku Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi 8 moşekan hat hedefgirtin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku piştî êrîşê bi çend deqeyan, êrîşeke din li ser navendeke lojistîk a Heşda Şabî ya li kolana Filestîn, pêk hat.

Berdevkê Koalîsyona navdewletî li ser Tiwîterê ragihand ku, îro serê sibehê moşekên biçûk bi ser baregehekê li herêma Kesk ku hêzên Koalîsyonê tê de ne hatin avêtin, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Heman çavkaniyê ragihand ku ku piştî êrîşê karwanekî Amerîkî ku ji 50 erebeyan pêk tê, ji Iraqê ber bi Sûriyê ve derketiye.

Back to top button