Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş birin Li gundên Minbicê di encamê de Jinek şehîd bû û sivîlek birîdnar bû

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş birin ser gundên Minbicê, di encamê de jinek şehîd bû û sivlek birîndar bû. Şer di navbera artêşa rêjîma Sûrî û çeteyan de derket, 2 çete hatin kuştin û 5 leşkerên rêjîmê jî birîndar bûn. Her wiha ser gundên Eyn Îsayê jî êrîş pêk hatin û êrîş gihişt dewriya Rûsî ya li herêmê.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe ser herêmê didomînin.

Vê carê jî çeteyên dagirkeriyê êrîşê gundên Minbicê kirin.

Çeteyên bi navê ”Diri El-Firat” ku li gundê Yaşlî bi cih bûne, gundên bakur-rojavayê Minbicê topbaran kirin.

Di êrîşê de jinek şehîd bû û sivîlek jî birîdnar bû.

Ji ber topbaranê zirar gihişte malên sivîlan û gundî neçar man berê xwe bidin bajêr.

Hate zanîn ku topek li mizgefta gundê Um Edesa ket di encamê de ziyan gihaştin mizgefê.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ
DI ŞERÊ LI MINBICÊ, 2 ÇETE HATIN KUŞTIN Û 5 LEŞKERÊN RÊJÎMÊ BIRÎNDAR BÛN

Çeteyên dewleta Tirk her wiha nuqteyên rejîma Sûrî yên li gundê El-Useclî yê ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin hedef û 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî daxuyaniyek da û ragihand ku hêzên rejîmê bersiva jêdera êrişê dan, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Gundê El-Useclî 7 km dûrî xeta navbera Meclisa Leşkerî ya Minbic û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk ji aliyekî din ve.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ
DEWLETA TIRK Û ÇETEYAN GUNDÊN EYN ÎSA Û RÊYA “M4” TOPBARAN KIRIN

Li aliyekî din îro, artêşa Tirk û çeteyên wê gundê El-Hoşan û El-Xalidiyê yên rojavayê navçeya Eyn Îsayê û rêya M4 bi çekên giran û hawnan topbaran kirin.

Dagirkeran gundê Korpelik yê rojavayê Girê Spî jî topbaran kirin.

Dema topbaranê dewriya Rûsî li herêmê bû û topbaran gihişte wê jî.

Back to top button