Piştî 8 salan, Rejîmê Rojavayê Helebê bi temamî kontrol kir

Piştî 8 salan, rejîma Sûrî careke din rojavayê bajarê Helebê bi temamî kontrol kir û derdora bajêr asê kir. Ev yek jî piştî ku tenê di rojekê de, rejîmê derdora 32 bajarok û gund li gundewarê Helebê bi dest xistin û nuqteyeke dewleta Tirk a li Enedanê dorpêç kir. Hemwextî wê li parêzgeha Himisê jî sîstema parastina rejîmê 5 balafirên bêmirov yên çeteyan anîn xwarê.Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî îdiayên dibêjin şervanên wan li Idlibê şer dikin derewand.

Li bejahiyên bakur û bakur-rojavayê Helebê şer navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk bi awayekî dijwarê dewam dike.

Di encam de rejîm bipêş ket û piştî 8 salan, tevahiya bajarok û gundên rojavayê Helebê bi dest xistin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku rejîm derdora 32 gund û bajarokên Helebê kontrol kirin û derdora bajêr asê kir û nuqteya dewleta Tirk a li Enedanê dorpêç kir.

RAGIHANDINA REJÎMÊ:
SÎSTEMA PARASTINA ESMANÎ, 5 BALAFIRÊN BÊMIROV LI HUMSÊ ANÎN XWARÊ

Li rex wê ragihandina rejîmê ragihand ku sîstema parastina esmanî ya rejîmê 5 dronên çeteyên dewelta tirk, ku hewl didan parzêngeha Humsê bike armanc, anîn xwar.

RIYA “M5” A NAVDEWLETÎ
ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: HÊZÊN RÛSYAYÊ LI SER RÊ BELAV BÛN

Hemwextî van şeran û piştî bidestxistina wê ji aliyê rejîmê bi desteka Rûsya, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku hêzên Rûsyayê li ser rêya M5 a navdewletî li herêma ku di Idlibê re derbas dibe, belav bûne.

Wekî tê xuyakirin, ev gava destpêka pêkanîna peymana ”Pûtîn-Erdogan” a der barê Idlibê de ye ku her du aliyan di dawiya 2018`an de li ser avakirina “herêma bêçek” li hev kiribûn.

Beriya niha gelek caran Rûsya sedema nepêkanîna vê hevpeymanê jî bi dewleta Tirk ve girêdaye.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
DEWLETA TIRK 70 EREBEYÊN LEŞKERÎ DERBASÎ IDLIBÊ KIRIN

Lê tevî vê gavê, dewleta Tirk şandina piştgiriya leşkerî ji bo çeteyên xwe yên li Idlibê dewam dike.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku karwanekî leşkerî ku ji 70 erebeyn leşkerî pêk dihat ji dergeha Kefer Losînê derbasî Idlibê bû.

Çavdêriyê tekez kir ku di vê dema dawî de dewleta Tirk bêhtirî 7 hezar leşker û 2 hezar û 100 barhilgir û erebeyên leşkerî derbasî herêmên ”Bêçek” kirine.

Serçeteyê Hey’et Tehrîr El-Şam Ebû Muhemed El-Colanî jî hevkariya xwe û dewleta Tirk eşkere kir.

EL-COLANÎ:
HEBÛNA LEŞKERÎ YA DEWLETA TIRK LI IDLIBÊ REWA YE

El-Colanî got:

“Idlib ji bo me û Tirkiyê gelekî girîng e û şerê li Idlibê sûdeke aborî, ewlekarî û leşkerî dide Tirkiyê û komên me.”

HÊZÊN SÛRIYA DEMOKRATÎK-QSD:
EM BEŞDARÎ ŞERÊ LI IDLIBÊ NEBÛNE

Li aliyekî din jî Hêzên Sûriya Demokratîk QSD têkilarî idîayên beşdarbûna şervanên wan di şerê li Idlibê de bi peyamekê derewand.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyêl ragihand ku, gelek dezgehên ragihandinê qala beşdarbûna QSD’ê di şerê li Ildibê de dikin lê belê ew idia û agahî ji rastiyê dûrin.

Back to top button