Li başûrê Îranê bi pileya 5,8 û bakurê Kurdistanê bi pileya 4.7 erd hejiya.
Li gorî Enstîtuya Jeofîzîkî ya Zanîngeha Tehranê erdhej saet di 16.00’an de çêbû.
Hate diyarkirin ku erdhej di navbera Îran û girava Keşmê ya 49 kîlometreyan dûrî keştîgeha Bender Abbas çê bû.
Li Bakurê Kurdistanê jî li gorî seata xwecihî 21:03’an bi pileya 4.7 li wanê erd hejiya.
Heta niha der barê herdû erdhejan de ti agahî nehate dayîn.
24’ê Çileya borî li Bakurê Kurdistanê erdhejek li wîlayeta Xarpêtê çêbû.
Di encamê de 35 sivîlan jiyana xwe ji dest da.