Trump ji Rûsya dixwaze piştgiriya rejîmê neke

Serokê Amerîka Donald Trump ji Rûsya xwest ku, piştgiriya xwe ya bi rejîma Sûrî re rawestîne, Rûsya jî bersiva Trump da û teqez kir ku wê piştgiriya xwe bidomîne.

Ji ber pêşketina Rejîma Sûrî li Idlibê û têkçûna Dewleta Tirk û komên wê li herêmê, Serokên Amerîka û Tirkiyê peywendiyeke telefonê pêk anî.

Li gorî Koşka Spî, Trump di axaftinên bi Erdogan re, metrisiya xwe ji bo rewşa li Idlibê aniye ziman û helwesta Amerîka ya li dijî piştgiriya Rûsyayê ji Rejîmê re, ragihandiye..

Rûsya bersiva Trump da:Em ê piştgiriya bi Rejîmê re dewam bikin

Lê berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dîmitrî Pîskov bersiva Trump da û teqez kir ku Moskow wê piştgirya xwe ya bi rejîma Sûrî re berdewam bike.

Pîskov got:

Piştgiriya me li dijî terorîstên li Idlibê ye.

Back to top button