Piştî konferansa Munichê, mijara qedexekirina çekan bo Lîbyayê, îro li ser maseya Yekîtiya Ewropayê ye.
Civîna ku dê li ser asta wezîrên derve were lidarxistin, wê hûrguliyên pêkanîna vê yekê nîqaş bikin.
Rûsya jî dibîne, ev yek ne pêkan e, eger ev hûrgulî bi aliyên Lîbî bixwe re neyên zelalkirin.
Piştî NY qedexekirina şandina çekan bo Lîbyayê weke “pêkenokê” bi nav kir, îro ev mijar li ser maseya YE ye.
Wezîrên derve yên Yekîtiyê, dê gavên çavdêriya qedexekirina çekan diyar bikin.
Mijara çekan, piştî civîna li Munichê tê, ku li wir Komîteyek Çavdêriya Navdewletî bo aloziya Lîbyayê hat avakirin û dê civînên dorveger pêk werin.
Civîna bê wê li Roma Îtalyayê, paşê Komkara Welatên Ereb û dûra li YE be.
Duh, nûnerên 12 welatan li konferansa Munich a ewlehî li hev rûniştin, da dawîn pêşketinên Kongreya Berlîbê ya bo Lîbyayê binirxînin.. lê belê weke hemû kombûyînên din, konferans bi gotina “rewşa Lîbyayê nîgeran e” bi dawî bû.
Rûsya: Piştî kongreya Berlînê, rewş ji bin kontrolê derket
Wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov jî heman tiştî dibîne ku piştî kongreya Berlînê, rewşa Lîbyayê ji bin kontrolê derket û tiştekî erênî di pêvajoya siyasî de pêk nehat.
Li gorî Lavrov, ji ber nakokiyên navbera welatên beşdar, çareserî di yekcivînê de pêk nayê.
Rûsya: Çareserî, bêyî herdu aliyan ne pêkan e
Wezîrê Rûsî her wiha dibîne ku karekî sereke ji civaka navdewletî tê xwestin ku bendên daxuyaniya dawî ya kongreya Berlînê rasterast bi aliyên Lîbî re werin nîqaşkirin.
Di Kongreyê de, gelek encam derketin holê, di nav de avakirina komîteyek hevbeş bo agirbestê û qedexekirina çekan bo Lîbayayê..
Herikîna van çekan metirsiyeke pir mezin çêdike, nemaza ku heya niha dewleta Tirk çek û çeteyan dişîne wir.
Der barê vê yekê de jî, serokê Amerîkî Trump, Şemiyê Erdogan hişyar kiribû ku destwerdana biyanî li Lîbyayê wê rewşê aloztir bike û çareseriyê bi xwe re neyîne.