Ji ber vîrûsa Corona jimara qurbanên vîrûsê bû 1770 kes

Piştî mirina 105 kesên din bi virusa Corona, li Huobi ya Çînê bîlançoya qurbanên virusê hezar û 700 jî derbas kir.

Heta niha vê virusê dawî li jiyana hezar û 770 kesî aniye.

Komîteya Tenduristî ya Houbi di rapora xwe ya rojane de ragihand ku 2 hezar û 48 kesên din li Houbi bi virusê ketine .
Li tevahiya welêt jî jimar kesên pêketî bû 70 hezar û 548 kes û piraniya wan jî li Houbi.

Di vê dema dawî de jimara kesên pêketî li Houbi kêm bû, piştî ku hefteya borî gelekî bilind bû.

Li aliyê din hat eşkerekirin ku 40 Amerîkî li ser keştiya ku li peravên Japonyayê sekinî ye, bi virusê ketine.

Back to top button