LI BAKUR-ROJAVAYÊ PAKISTANÊ TEQÎN

Li Pakistanê, û di heman wextê de, hem êrîşek pêk hat û hem jî teqînekê rû da.

êrîş li dijî konsolosxaneya Çînê bû û teqîn jî li bakur-rojavayê welêt bû.

Di encamê de kuştî û birîndar jî çêbûn.

Rayedarekî hikûmeta Pakistanê ragihand ku li herêmeke bakur-rojavayê Pakistanê di nava bazarekê de teqînekê rû da.

Di encama teqînê de herî kêm 9 kesan jiyan xwe ji dest dan û 20 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku heya niha tu aliyan berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.

DI ÊRÎŞA LI DIJÎ KONSOLOSXANEYA ÇÎNÊ DE 2 POLÎS HATIN KUŞTIN

Her wiha di heman demê de, 3 kesan hewl dan êrîşî konsolosxaneya Çînê li bajarê Karachiyê bikin.

Di encamê de du polîs hatin kuştin.

Hat zanîn ku koma bi navê “Artêşa Rizgariya Bilûxistanê” berpirsyariya êrîşê girt ser xwe.

Mijarên Girêdayi

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close