Li Hewraman a Kirmaşanê kolberek hat kuştin, 9 jî birîndar bûn

Rejîma Îranê duh li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê êrîşî komeke kolberan kir û di encamê de kolberek hat kuştin û 9 jî birîndar bûn. Îro yek ji birîndaran ku birîna wî giran bû, jiyana xwe ji dest da.

Hêzên Rejîma Îranê li herêma Hewraman a Kirmaşanê, êrîşî komek kolberan kir.

Li gorî agahiyên Kolbernewsê, di encama êrîşê de kolberê bi navê Ehmed Sehrayî yê 24 salî ku xelkê gundê Dişeî ya Pawe ye, hat kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Kolberên birîndar ji bo nexweşxaneya bajarê Pawe ya Kirmaşanê hatin rakirin û tê gotin rewşa çend birîndaran girane.

Êrîşên rejîma îranê li dijî kolberan
kolberekî ku birîna wî giran bû, jiyana xwe ji dest da

Li gorî heman çavkaniyê îro kolberê bi navê Şahid Edak (22) ku li nexweşxaneyê dihat dermankirin, ji ber ku birîna wî giran bû, jiyana xwe ji dest daye.

Di dîmenên li ser tora civakî belavbûne de, gelek welatî li ber nexweşxaneyê kombibûn û nerazîbûna xwe li hemberî hêzên rejîmê nîşan didin.

Back to top button