Li Reqa hezar û101 pirsgirêkên jinê hatin çareserkirin

Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinê a Reqayê di sala 2019’an de hezar û 101 pirsgirêkên jinê çareser kir û 803 jî radestî dadgehê kir.

Mala Jin a bajarê Reqayê di 11’ê Tebaxa 2018’an de hat vekirin.

Di Mala Jin de gelek komîte dixebitin, jê Komîteya Lihvanînê ye ku piranî pirsgirêkên jinê çareser dikin.

Ji pirsgirêkên ku komîteyê heta niha çareserkiriye wiha ne: “Zewicandina zarokan, pirjinî, xwedîkirina zarokan, mîras, veqetandina jin û mêr, pirsgirêkên malbatî û tundiyê ne”.

komîteyê diyar kir ku di meha Çile ya sala 2020’an 42 pirsgirêk hatin ber destê komîteyê, ji vê 25 radestî dadgehê kirin.

Back to top button