Li Reqa komîteya kehrebe gihand 4 taxên bajêr

Komîteya Enerjî û Pevgihandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê kehrebe gihand 4 taxên bajêr.

Komîteya Enerjî û Pevgihandinê ya Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ’ê, bi alîkariya Meclisa Sivîl a Reqayê
stasyon û têlên kehrebe yên ku ji aliyê çeteyan ve hatinbûn talankirin sererat kirin.

Taxên ku kehrebe gihşîtiye ev in; Taxa El-Mişleb, El-Mixtelata li rojhilat, El-Sibehiye, El-Cezra û El-Hesîwa li rojavayî bajêr.

Her wiha 6 stasyonên kehrebeyê jî hatin sererastkirin, her stasyonek kehrebeyê ji 20 heta 60 mîgawatê kehrebe dide.

Hat diyarkirin ku Komîteya Enerjî û Pevgihandinê 3 mîlyon lîreyê Sûrî li ser van projeyên sererastkirinê xerc kirine.

Back to top button