Polîsa Somalê ragihand ku rojnamevanek, nêzî Meqedîşo hat kuştin.
Berpirsiyarê asayîşa herêma Efcoy a Somalê Ebdulqadir Hesen ragihand ku hin kesên nenas gule li rojnamevan Ebdulwelî Elî Hesen ê 25 salî reşandin. Di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Ji aliyê xwe ve Sendîkaya Rojnamevanên Somalê, kuştina Ebdulwelî şermezar kir û doza vekirina lêpirsînê kir.
Heta niha tu aliyan berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe, lê belê guman hene ku Tevgera Ciwanan a girêdayî Îxwanan ev yek kiribe.