Bi silogana “Rojhilata Navîn di demên guherînan de, ber bi sererastkirina aramiya nû ve” li Moskovê foruma ‘Falday’ a navdewletî li dar dikeve.
Îro li Moskovê farûma Falday a navdewletî bi hevkariya Peymangeha Oryantalîst a Rûsî dewreya 9. ya kongreya bi navê Rojhilata Navîn li dar dixe.
forum, wê bi beşdariya 50 berpirsiyarên ji 20 dewletan 2 rojan bidome.
Pêşeroja Rojhilata Navîn di tewereya cîhanî de, nakokiyên li herêmê, têkiliyên di navbera dewletên erebî de, rewşa dewletên Kendavê, têkiliyên Rûsya bi dewletên herêmê re û sedemên pêla xwepêşandanên ku li Rojhilata Navîn rû dane, di rojeva kongreyê de ne.