800 KOÇBERÊN AFRÎKAYÎ HATIN RIZGARKIRIN, GELEK JÎ WINDA NE

800 koçberên Afrîkayê ku berê xwe dabûn Ewropayê û di nava Derya Spî de asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Lê herî kêm 14 koçber li Derya Spî ‘winda’ bûn.

Di operasyonên yekîneyên deryayê yên hikumeta Spanyayê de, li Derya Spî koçberên di 12 botên plastîk de bûn hatine rizgarkirin.

590 kes di van botan de hebûn.

Di operasyonên yekîneyên parastina sivîl ên Spanyayê de jî 188 kes koçber hatine rizgarkirin.

Koçberên hatine rizgarkirin diyar kirin ku herî kêm 14 koçber li Derya Spî winda bûne.

Koçberên ku salên dawî bi giranî berê xwe didan Yewnanîstan û Îtalyayê, îsal piranî diçin Spanyayê.

Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Spanyayê, ji destpêka salê ve 50 hezar koçber bi 2 hezar bot û keştiyan gihîştine Spanyayê.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di heman demê de 600 koçberên hewl didan xwe bigihînin Spanyayê jiyana xwe ji dest dan.

Par bi giştî 224 koçber li peravên Spanyayê jiyana xwe ji dest dabûn.

Leave a Reply

Back to top button