Ferhenga têgihên hiqûqî li Bakurê Kurdistanê hat çapkirin

Di çarçoveya xebatên zimanê kurdî de, li Bakurê Kurdistanê, Ferhenga Têgihên Hiqûqî hat çapkirin.

Edîtorê Ferhengê, Mîkaîl Bilbil, diyar kir ku ev ferheng ji bo zimanekî hiqûqî û rêgirtina li pêşiya şaşiyan, hatiye amadekirin.

Mîkaîl Bilbil, ragihand ku ji 2017 û şûn ve, piştî amadekariyeke dirêj, pêvajoya amadekirina ferhengekî ji bo zimanekî hiqûqî dest pê kir.

Mîkaîl Bilbil ev agahî dan:

” Ferheng, encama 22 komxebatan e. Ji çar parçeyên Kurdistanê 20 zimanzan û hiqûqnas tevlî xebata ferhengê bûn.

Bilbil, bi bîr xist ku ev xebateke mînakî ye û nûnertiya zanista Kurdî ya hiqûqî dike.

Her wiha da zanîn ku ev xebat diyariye ji bo keda Tahir Elçi ye.

Parêzer Muhlîs Ogurgul jî diyar kir ku komxebat, xwesteka Tahir Elçî bû û got:

“Elçî dixwest di aliyê ziman, dadgeh û wergerê de, kêmasiyên heyî sererast bike, lê ji ber ku ji aliyê faşîzmê ve hat şehîd xistin ev xeyal bi cih nehat. Li ser vê yekê me biryar da xeyalên Elçî bi riya vê ferhengê pêk bînin.

Tahir Elçî sala 1992an de dest bi parêzeriyê kir û di sala 2015’an de ji aliyê JÎTM’ê ve hat şehîdxistin.

Back to top button