Piştî boykotkirina 3 caran, îro Tirkiyê tevlî dewriya hevbeş bû

Piştî 3 caran ji tevlînebûna hêzên dagirkeriya dewleta Tirk, îro careke din dewriya hevbeş ya hêzên Rûsî û yên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Dirbêsiyê û Zirganê pêk hat.

Dewriye ji gundê Şirik ê rojavayê Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê ve çû.

Du helîkopterên Rûsî jî beşdarî dewriyê bûn.

Dewriye li gundên Îbrahîmiyê, Hilêwa, Feqîra û عرادي Eradî geriya û piştre vegeriya gundê Şirik.

Hêzên artêşa Tirk a dagirker derbasî xaka Tirkiyê bûn û yên Rûsî jî vegeriyan Qamişlo.

Hêjayî bîrxistinê ye, bi gurbûna şerê li Idlibê û deketina nakokiyan navber Tirkiyê û Rûsya de, dewleta Tirk a dagirker 3 caran tevlî dewriya hevbeş nebû.

Ev dewriyên hevbeş jî di çarçoveya peymana Sochi ya 22’yê Cotmeha 2019’an de pêk tên.

Back to top button