Wekîlê serokê koma HDP’ê Olûç: Ev hikumet wê heta 2023’an li ser deshilatê ne mêne

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç da zanîn ku îqtîdarê rewabûna xwe gelemperî û demokratîk winda kiriye û ji ber vê yekê pêdivî bi pêşhilbijartinê heye. Olûç diyar kir ku ev hikumet wê heta 2023’an li ser deshilatdariyê nemêne û got: Dibe ku hilbijartina pêşwext pêk were.

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsa Tirkiyê ya Enqerê derbarê zextên hikumeta faşîst ya AKP’ê ya li ser civakê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Sarûhan Olûç di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser krîza aborî û feqîryê û wiha got:

Ji ber krîza aborî û xizaniyê însan dawî li jiyana xwe tînin.

Ji ber aboriyê welat ber bi felaketê ve diçe.

WEKÎLÊ SEROKÊ KOMA HDP’Ê OLÛÇ:
RÊBAZA TOROSÊN SPÎ XISTINE DEWRÊ

Olûç bertek nîşanî sepana li dijî Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê ku polîsan wesayîta wî şopandibû û pêşiya wî birîbûn da.

Wekîlê Serokê Koma HDP’ê diyar kir ku deshilat dest bi rêbaza torosên spî kiriye û deshilat vegeriyaye deshilata salên 1990’î.

Sarûhan Olûç bertek nîşanî parvekirina agahiyên nerast yên Ajansa Anadolûyê ku li ser endamê HDP’ê belav kirî da û ev tişt anî ziman:

Ev ajans rabûye endamê Meclîsa partiya me Yûnûs Dûrdû wek ‘terorîst’ pênase dike.

Bi belavkirina nûçeyên derew, dixwazin wekîlê me û endamê Meclîsa me di bin tohmetê de bihêlin.”

Olûç li ser pirsên derbarê hilbijartina pêşwext de jî ev bersiv da:

Ne mimkin e mirov dîroka hilbijartina pêşwext bike.

Lê zû dereng wê ev deshilat heta sala 2023’an li ser vî kursî rûnenê.

Ji ber vê yekê îhtîmala hilbijartina pêşwext heye.

KONGRA HDP’Ê YA 4.
BANGA DAXUYANIYA HDP’Ê YA JI BO TEVLÎBÛNA KONGRÊ HAT ASTENGKIRIN

Li aliyekî din jî Parlamenter û endamên HDP’ê, bi armanca banga tevlîbûna Kongreya Giştî ya 4. a partiya xwe, xwestin li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyanî bibin çapemeniyê, lê polîsan daxuyanî asteng kirin.

Polîsan, biryara “qedexeya” Walîtiya Amedê weke hincet nîşan dan û gotin ewê destûrê nedin daxuyaniyê.

Back to top button