Bi sedan şêniyên kantona Tebqayê û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê sersaxî ji malbata gerîlayê HPG’ê şehîd Fuad Mistefa re xwest û soza şopandina rêya şehîdan dubare kir.
Şehîd Fuad Mistefa du 5’ê Mijdara 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.
Di serî de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Mehmûd El Sayil li ser şehîdan axivî û got şehîd rêya azadiyê ji gelan re ronî dikin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Meclisa Leşkerî ya Tebqayê jî endama meclisê Sîham El Elî bi navê QSD’ê soza domandina têkoşînê û parastina aramî û ewlehiyê dubare kir.
Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî kirin.



