Rêya Reqa – Heleb ku ji 27’ê îlonê ve ji hêla Hêzên Hikûmeta Veguhêz ve hatibû girtin, bi rengekî qismî hat vekirin.
Li gorî ajokarên ku îro berê xwe ji bajarê Tebqayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dane bajarê Helebê, endamên li ser benda Hemîme gotine dê rê bi awayekî rojane saet ji 06.00ˊan heta 18.00ˊan vekirî be û bi şev jî tenê ji rewşên nexweşiyê re vekirî be.
Lê belê, tevgera kamyonên kel û pelan û bazirganiyê heta niha rawestiye.
Duh jî, rêya Tebqa-Eseriya piştî girtina 2 mehan vebû.



