Li Îranê hilbijartina parlamentoyê serlêdana 6 hezar û 800 kesan hat redkirin

Ji bo hilbijartina Îranê ku tê payîn bi rêjeyeke mezin were boykotkirin, 4 roj mane.

Ji kesên serlêdan kirine, heta niha serlêdana 6 hezar û 800 kesî hatiye redkirin.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî banga beşdariya hilbijartinê li Îraniyan kir û komeke jinên girtî yên li Îranê jî, banga boykotkirinê kirin.

Li Îranê di 21’ê Sibatê de wê hilbijartina serdema 11’an a parlementoyê pêk were.

Ji bo hilbijartinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serlêdana gelek kesan hate redkirin.

Hate diyarkirin ji nav 290 reformîstan bi tenê serlêdana 230 kesan hatiye qebûlkirin.

Li Îranê 55 milyon hilbijêr hene.

Ji bo endamtiyê 14 hezar kesan serlêdan kirine.

Lê Konseya Parastina Destûra Bingehîn endamtiya gelek kesan red kir.

Hate diyarkirin ku endamtiya 6 hezar û 800 kesan hatiye redkirin.

Di hilbijartinê de kotaya 29 parlementeran ji Rojhilatê Kurdistanê de heye, ji bo hilbijartinan parlementeran serlêdana 354 namzetan hate qebûlkirin.

Li Îranê ji ber qanûnan partî nikarin têkevin hilbijartinê, bi tenê dikarin piştgirî ji bo namzetan diyar bikin.

Mafê partiyan heye ku wekî eniyê têkevin hilbijartinê, ji bo wê jî 8 partî wê wekî eniyê, bi navê ‘Koalîsyona Îranê’ têkevin hilbijartinê.

Rûhanî banga tevlîbûna hilbijartinan kir

Serokê Îranê Hesen Rûhanî diyar kir ku wan bingehên demokratî, parlemento û hilbijartinê li Îranê danîne û bang li Îraniyan kir ku beşdarî hilbijartinan bibin.

Girtiyên jin ên Îranê banga boykotkirina hilbijatinan kirin

Li aliyekî din 12 girtiyên siyasî yên jin yên di zindanên Îranê de, bi nameyekê bang li gelê Îranê kirin ku hilbijartinên li Îranê boykot bikin.

Di nameyê de hate gotin ku rejîma îslamî ji bo parastina desthilata xwe, hilbijartin li ser xelkê ferz kiriye.

Her wiha hat diyarkirin ku parlamentoya îro ne tenê nedemokratîk e, di heman demê de bûye navendeke li dijî xelkê û bi hemû awayî xizmeta desthilatdariyê dike.

Jinan diyar kirin ku beşdariya di hilbijartinê tê wateya pejirandina desthilatdariyê.

Her wiha li gorî anketeke ku Zanîngeheke Îranê çêkiriye, ji % 75 ji gelê Îranê wê, beşdarî hilbijartinê nebin.

Back to top button