Talîban û Emerîka wê lihevkirina aştiyê îmze bikin

Berdevkê Tevgera Talîban ragihand ku ewê bi Amerîka re li hevkirina aştiyê îmze bikin.

Berdevkê buroya siyasî ya çekdarên Tevgera Talîbanan Suheyl Şahîn ji ajansek Fransî re axivî û behsa danûstandinên bi Amerîkayê re kir.

Şahîn da zanîn ku danûstandinên wan ên bi Amerîkayê re dawî bûne û ewê di rojên pêş de lihevkirinek aştiyê îmze bikin.

Her wiha Tevgera Talîban jî ragihand ku ewê di dawiya vê mehê de bi Amerîka re li patexta Qeter Doha, lihevkirina aştiyê îmze bikin.

Talîban diyar kir ku îmzekirina lihevkirinê wê bi amadebûna, welatên cîranên Afganistanê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa yê pêk were.

Talîban da zanîn ku piştî îmzekirina lihevkirinê ewê hezar leşkerên Afganî û dê hikûmet jî 5 hezar girtiyên wan berde

Back to top button