Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî xwestin naveroka hevdîtina bi Rêber Apo re bê parvekirin .
Endamên Komîsyona DEM Partiyê diyar kirin ku kurtegirtekên Îmraliyê ya hatiye weşandin kêm û hilbijartî ye.
Her wiha xwestin ku tevahiya girtekê ji raya giştî re bê parvekirin.
Endamên Komîsyona Biratî û Demokrasiyê yên DEM Partiyê xwest hemû girtenameyên hevdîtina bi Rêber APO re bên eşkerekirin.
Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kir ku naveroka hevdîtinê ji çarçoveya xwe hatiye dûrxistin .
Wan xwest ku girtenameyên Îmraliyê bi awayekî tam û bêkêmasî bi civakê re bên parvekirin:
DEM Partî: Endama me ya çûbû tevlî vê metna ku hatiye amade kirin nebûye
DEM Partiyê eşkere kir ku wan weke partî daxwaz kiriye hemû girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bê parvekirin.
Lê tevî israrên wan jî Seroktiya Meclîsê şûna ku hemû girtekan parve bike, metnek kurtkirî pêşkeşî raya giştî û komîsyonê kir.
Endama me ya çûbû Girava Îmraliyê tevlî vê metna ku hatiye amade kirin nebûye.
DEM Partî: Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin
DEM Partiyê diyar kir ku ew vê nêzikatiya rê li ber nîqaşan vedike red dikin û got:
Ji bo me ya esas ew e ku zimanekî li hemberî hemû aliyên pêvajoyê û civakê dirust, hevgirtî û xwedî berpirsyar bê bikaranîn.
DEM Partî: Divê gotinên birêz Ocalan bi awayekî zelal parve bikin
Em vê yekê diparêzin; gotinên birêz Ocalan nekin malzemeya hesabên navxweyî û bi awayekî zelal parve bikin.
Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku girtekên hevdîtinê bêkêmanî ji raya giştî re bê parvekirin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyeke cidî û dîrokî ye.
DEM Partî: Divê pêvajo ji şîroveyên şexsî, hesabên teng ên siyasî, dûr be
Divê pêvajo ji şîroveyên şexsî, hesabên teng ên siyasî, dûr be.
Li benda şîroveyên takekesî, hesabên siyasî, hevokên ji wateya wan hatiye dûrxistin û rê li ber polemîkan neyê vekirin.
Ev mijareke cîddî û dîrokî ye. Li gor rastiya pêvajoyê ragihandineke zelal û giştî bê kirin.”



