Parêzer Rêzan Sarica: Li dijî tecrîdê têkoşîna mafê mirova bimeşînin

Buroya Hiquqê ya Sedsalê û rêxistinên mafên mirovan, têkildarî rewşa Rêber Ocalan daxuyaniya çapemeniyê dan û xwestin her kes ji bo rakirina tecrîdê bi hestiyarî tev bigere. Beşdarên civînê diyar kirin ku rêya diçe aştiya di azadiya Ocalan re derbas dibe û gotin: “Divê em berî pêvajoya aştiyê demokrasiyê pêş bixin.

Derbarê tecrîd û komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê de Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) civîna çapemeniyê li dar xist.

Destpêkê Parêzerê Rêber Ocalan Rêzan Sarica anî ziman ku bi şerê cîhanê û şerê li Rojhilata Navîn re hewl didin paşeroja gelan bidizin û destnîşan kir ku nêzîkatiya li Ocalan pêwendiya x we yekser bi bûyerên li Tirkiye û Rojhilata Navîn diqewimin heye.

Sarica bi bîr xist ku gelê Kurd Ocalan ji bo xwe weke vîna siyasî dibînin û got, “Ji sala 1993’an û vir ve bi paradîgmaya xwe ya jiyana demokratîk û têkoşîna aştiyê bûye lîderekî gelan e.”

Sarica nameya Ocalan a di hevdîtinê de bi bîr xist û got, “Ocalan got, ‘Pirsgirêkên Tirkiyê û herêmê ne bi şer û rêbazên tundiya fîzîkî, lê bi hêza nerm yanî bi aqil, polîtîka û çandê dikarin bên çareserkirin’.”

Sarica bang li raya giştî ya demokratîk, saziyên mafên mirovan kir ku li dijî tecrîdê têkoşîna demokrasî û mafên mirovan bimeşînin.

‘Divê tavilê tecrîd bi dawî bibe, rêya aşitya li cem Ocalan e ‘

Seroka TÎHV’ê Şebnem Korûr Fîncanci axivî û destnîşan kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Fîncanci bal kişand ser bandora tecrîdê li ser tenduristiya mirovan û got,

“Tecrîd divê di çarçoveya êşkenceyê de bê nirxandin û divê tavilê bê bidawîkirin.”

Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan jî qala mafên girtiyan kir û ev tişt anî ziman:

Mafê Ocalan û hemû girtiyane ku karibin malbat û parêzerên xwe bibînin.

Eger Wezareta Edaletê destûrê bide wê heyetek jî karibin hevdîtinan bikin.

Divê ev pêkanîna kêfî bi dawî bibe.

Ji bo rewşa heyî hîn bêhtir xirab nebe, em careke din dibêjin: Rêya aştiyê li gel Abdullah Ocalan e.”

Leyla Guven: Werin em bi hev re tecrîdê bi dawî bikin

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî bal kişand ser serdema berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û wiha got:

Di dema greva birçîbûnê de mirovên hêja serdana me kirin û gotin, ‘Hûn dest ji grevê berdin, hûn nemirin em ê ji bo bidawîkirina tecrîdê bi rêbazên cuda têbikoşin’.

Em niha bang li wan dikin; werin em bi hev re tecrîdê bi dawî bikin. Tecrîd hîn jî dewam dike.

Ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, ji bo civakek polîtîk divê Birêz Ocalan azad bibe.”

Back to top button