Dewleta Tirk û Rûsyayê dest bi avakirina “navendên lihevanîna nîştimanî” li hin herêmên Efrînê kir.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gundê Kefercenê, Cindirês û navenda Efrînê, navendên lihevanîna nîştimanî hatin avakirin.
Ev navendên lihevanînê bi koordînasyona Tirkiye – Rûsyayê li gundewarên Efrînê hatine avakirin.
Çavkaniyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji avakirina navendên lihevanîna nîştimanî ku rewşa komên çete bi rejîmê re sererast bike.