Piştî pêşveçûna rejîmê li derdora Heleb û Idlibê liv û tevgera dewleta Tirk a dagirker ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde dibe. Artêşa Tirk a dagirker duh 50 erebeyên leşkerî vegûhstin gûndewarên Girê Spî.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker duh dawiya şevê 50 erebeyên leşkerî li gundên Xirbet Faris, Xirbet Elo û Ebû Xerza yên başûrê Girê Spî bi cih kir.
Dewleta tirk gelek gundewarên Şera û Şehbayê topbaran kirin
Heman wextê vê yekê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Merenaz, gundê Mezon Malikiyê, Şêwarxa û Kela Şewarxa yên navçeya Şera ya Efrînê, gundên Minix, Şêx Îsa, Dêr Cemal û Methena Feysel û navçeya Til Rifetê yên kantona Şehbayê jî topbaran kirin.
Vê sibehê jî dewleta Tirk a dagirker dîsa gundên Mezin û Ziyaretê yên navçeya Şêrewa topbaran kir.
Hêjayê gotinê ku kampa şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne li gundê Ziyaret e .