Nivîskarê Kurd Mahmût Alinak hat girtin

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmût Alinak ê 4 roj berê li Qersê hatibû binçavkirin hat girtin.

Siyasetmedar û nivîskarê Kurd Mahmût Alinak 13’ê Sibatê li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin.

Kar û barê îfade dayîna li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bû û îro birin Dadgeha Qersê.

Piştî îfadeyên Alinak li dadgehê hatin girtin, bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Li gorî agahiyan, pirtûka “Mehmet Tûnç û Bêkes”, lihevanîna malbatan û hestiyariya ji bo berhevkirina çopa li Amedê pêk anîbû, kirine sedemên girtina Alinak.

Back to top button