Rejîmê 6 herêmên din bidest xistin

Piştî vekişîna çeteyên dewleta Tirk, hêzên rejîma Sûrî tevahiya rojavayê Helebê kontrol kir. Di encamê de rejîmê nuqteyeke din a dewleta Tirk dorpêç kir û hejmarek ji leşkerên artêşa dewleta Tirk li herêma Şêx Eqîl birîndar kirin.
Tevî dorpêçkirina rejîmê ji nuqteyên dewleta Tirk re, hîna jî dewleta Tirk navendên xwe yên nû ava dike û li gundewarê Idlibê 2 nuqteyên din ava dike.

Tenê di rojekê de û piştî vekişîna çeteyên dewleta Tirk, rejîma Sûrî bêhitrî 32 herêm li gundewarê Helebê bi dest xistin.

Bi vê yekê rejîmê tevahiya rojavayê gundewarê Helebê kontrol kir.

Piştî vê pêşketinê, rejîmê dîsan herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de topbaran kirin û 6 herêmên din kontrol kirin.

Piştî nuqteyekê, Rejîmê navendeke Tirkiyê li Şêx Eqîl dorpêç kir

Di nava herêmên ku rejîmê bi dest xistin, herêma Şêx Eqîl e ku navdeneke dewleta Tirk li wir e.

Ev yek jî pişît ku rejîmê şevê din navenda navborî topbaran kir û hejmarek leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn, pêk hat.

Beriya wê jî, rejîmê nuqteyeke din a dewleta Tirk li bajarokê Enedanê dorpêç kiribû.

Çavdêriya Sûrî: Dewleta Tirk 2 navend li gundewarê Idlibê ava kirin

Lê tevî dorpêçkirinê, dewleta Tirk avakirina nuqteyên nû dewam dike û herî dawî du nuqteyên din li gundê Berdeqilî û gundê Nehliya li gundewarê Idlibê avakirin.

Çavdêriya Sûrî tekez kir ku hejmara nuqte û navendên dewleta Tirk ên li herêmên bi navê ”Kêmşer” gihaşte 35 nuqte û navendî.

Rejîmê 8 nuqteyên dewleta Tirk dorpêç kirine

Ji bilî navendên ne fermî, 8 ji eslê 12an ji van nuqteyan ji aliyê rejîmê ve dorpêçkirî ne.

Li aliyekî din û ji bo gotûbêjkirina rewşa Idlibê, wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku pisporên leşkerî yên Rûs û dewleta Tirk li hev civiyan.

Civîna Tirkî-Rûsî dîsan bê encam bidwî bû

Lavrov got ku têkiliyên wan li gel dewleta Tirk dewam in û idîa kir ku derbarê Idlibê de têgihiştinek heye.

Lê dewleta Tirk ragihand ku civîn bê encam bi dawî bû û ji bo Sêşema bê hatin paşxistin.

Ji 24’ê Çilyê borî ve rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê û li ber çavê dewleta Tirk bêhtirî 215 herêm li Idlibê û gundewarê Helebê bi dest xistin.

Back to top button