Hindistan:Di daxuyaniyên Erdogan de nefêmkirina dîroka şerê li Keşmîrê heye

Hikumeta Hindistanê îro bang li balyozê Tirkiyê kir da ku nerazîbûneke dîplomatîk li ser daxuyaniyên Erdogan ên derbarê herêma Keşmîrê de ku bi Pakistanê re ne lihevkirin li ser hene, pêşkêşî wî bike.

Wezareta Karên Derva ya Hindistanê diyar kir ku wê balyozê Tirk Şakir Ozkan Toron-lar agahdar kiriye ku di daxuyaniyên serokkomar Erdogan de nefêmkirina dîroka şerê li Keşmîrê heye.

Berdevkê wezaretê Ravish Kumar destnîşan kir ku Helwesta dawî mînakeke din a şêwazê destwerdana dewleta Tirk di karên hundirîn ên dewletên din de ye.

Berdevkê wezaretê got: Hindistan vê yekê qebûl nake.

Erdogan di serdana xwe ya ji Pakistanê re hefteya borî gotibû rewşa aliyê Keşmîrê yê di destê Hindistanê de her ku diçe xirabtir dibe.

Her wiha diyar kiribû ku Tirkiye piştgiriya gelê Keşmîrê dike.

Back to top button