Serokê Amarikayê gefên xwe yên li dijî Venezuelayê didomîne.
Trump vê carê diyar kir ku ew ê li dijî Venezuelayê di demeke nêz de operasyonên xwe yên bejahî bidin destpêkirin.
Donald Trump di Merasîma Pêşkêşkirina Madalyayên Rûmetê Yên Navenda Kennedy ya Wezareta Karên Derve de axivî.
Trump got, piştî êrîşên wan ên li dijî keştiyên li Karayîban rêjeya madeyên hişbirê yên ku bi rêka behrê dikeve welatê wan ji sedî 94 kêm bûye û wiha dewam kir:
“Ji bo ku ji sedî 6’ê mayî jî bê astengkirin em xebatan didomînin. Em her rota, mal, li ku dijîn pê dizanin.”
Trump da zanîn ku ew ji bo operasyona bejahî di qonaxa amadekariyê de ne û got: “Di demeke nêz de em ê operasyonên bejahî jî bidin destpêkirin.”



