Dagirkeriya Tirk gundên herêma Efrîn û Şehbayê topbaran kirin

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên herêma Efrînê û Şehbayê jî topbaran kirin û li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jinek revand.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Dêr Cemal ê herêma Şehbayê û gundên Aqîbe, Ziyaretê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.

Komên çeteyan li navçeya Cindirêsê Jinek revand

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku çeteyan li Kefer Sefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê jina bi navê Ayşe Xelîl Kedro revandin û birin cihek ne diyar.

Çavkaniyan teqez kir ku komên çete yên girêdayî artêşa Tirk li gundê Kefer Sefrê tevahî binpêkirinên hovane ji revandin, şajtankirin û desteserkirina milkên şêniyan pêk tînin.

Rûsya û Tirkiye navendên ”Lihevanîna Nîştmanî” ava dikin

Li aliyek din, çavkaniyên herêmî ragihandin ku li gund û bajarê Efrînê, ”navendên lihevanîna nîştimanî” hatin avakirin.

Ev ”navendên lihevanînê” bi koordîneya Tirkî-Rûsî tên avakirin.

Çavkaniyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji avakirina van navendan, rewşa komên çete bi rejîmê re sererast bike.

Back to top button