
Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed diyar kir ku kontrolkirina Heleb nayê wateya serkeftinê û destnîşan kir ku cenga rizgarkirina Heleb û Idlibê berdewam e.
Beşar El-Esed di daxuyaniyeke televizîonî de beyamek derbarê kontrolkirina rojavayê Helebê de da û got:
Em baş dizanin ku ev serkeftin nayê wateya bidawîbûna şer, nayê wateya hilweşîna planan û ne jî tunebûna terorê.
El-Esad bi awayekî neyekser peyam şand ji Tirkiyê re û wiha anî ziman:
Beşar Esed: Em amadekariya şerên demên pêş dikin
Ev nayê wateyê ku em bisekinin. Lê em amadekariya şerên demên pêş dikin.
Cenga rizgarkirina gundewarê Heleb û Idlibê berdewam e.
Piştî ku hêzên rejîma Sûrî tevahiya rojavayê Helebê kontrol kir, rejîmê nuqteyeke din a dewleta Tirk dorpêç kir û hejmarek ji leşkerên artêşa dewleta Tirk li herêma Şêx Eqîl birîndar kirin.
Tevî dorpêçkirina rejîmê ji nuqteyên dewleta Tirk re, hîna jî dewleta Tirk navendên xwe yên nû ava dike û li gundewarê Idlibê 3 nuqteyên din ava kirin.