Qurbanên vîrûsê jimara 1800 derbas kir

Tevî ku deshilata Çînê dibêje rêjeya belavbûna vîrosa Corona kêm dibe jî , lê hîna ev vîrûs metirsî ye li ser jiyana gelek mirovan.

Piştî mirina 93 kesên din li Huobi, hat ragihandin ku bîlançoya qurbanên vîrûsê bû hezar û 868 kes .

Deshilata Çînê eşkere kir ku li jimara qurbanên vîrûsê ji duh heta niha 98 kesên zêde bûn, bi vê jimarê jî heta niha hezar û 868 kes bi vîrûsê mirine.

Her wiha hat ragihand ku jimara kesên ku nû li Houbi bi virusê ketine hezar û 807 kes in.

Li tevaiya Çînê jî hezar û 886 kesên din nû pê ketin.

Bi vê yekê li giştî welêt 72 hezar û 43 kes bi virûsê ketine.

Herî dawî televizyona fermî ya Çînê mirina rêveberê nexweşxaneya fermî ya Wuhanê bi virusê ragihand.

Deshilata Çînê dibêje êdî ew dikarin li hember belavbûna vîrûsê bisekinin nemaze êdî jimara kesên bi vîrûsê ketine roj bi roj kêm dibe.

Back to top button