Li Kolombiyayê, erebeyeke bombebarkirî hat teqandin. 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.
Hikûmeta Kolombiyayê ragihand ku erebeyeke bombebarkirî li rojavayê Kolombiyayê nêzî Şaredariya Rozis a kantona Kawka hat teqandin. Di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 jî birîndar bûn.
Berpirsê leşkerî Xorxî Hoyos di kongreyeke rojnamevanî de diyar kir ku erebeya teqandî, ziyan li 2 erebeyên din jî kir.
Xorxî da xuyakirin ku heta niha sedema vê teqînê nediyar e û lêpirsîna der barê wê de, dewam e.
Di 17’ê Çile de jî, li Fakulteya Polîsan a Bogotayê 8 kesan di encama teqînekê de, jiyana xwe ji dest dabûn.