Komîteya Aborî ya Reqayê plansaziya 2020’î eşkere kir

Komîteya Aborî ya Bajarê Reqayê ji bo pêşxistina qada aborî, gelek projeyên xizmetguzariyê pêk anîne û plansaziya sala 2020’î jî diyar kir.

Komîteya Aborî ya Melisa Sivîl a Reqayê piştî rizgarkirina bajêr, gelek projeyên xizmetguzariyê, sererastkirina depoyên gemin û kanalên avdanê, vekirina kargehên cihêreng û nangeh bi pêş xistin.

Hevserokê Komîteyê Ebdulxefûr El-Rîmî der barê plansaziya 2020’î de diyar kir ku wan dest bi firehkirina depoyên genim kiriye, bi taybet depoya Kepş û Şinîne.

Ebdulxefûr da xuyakirin ku ji bo wergirtina hilberînan, Komîte wê navendekê veke, da ku barê cotkaran sivik bike.

Hevserokê Komîteyê Ebdulxefûr El-Rîmî teqez kir ku sala 2020’î wê Komîte kargeheke ava vexwarinê veke û ji bo xweşkirina bajêr, ew ê xebatên xwe bidomînin.

Back to top button